Xwendekarên lîseyê ji bo piştgiriya herêmên erdhejê kermes çêkirin

img
TEKÎRDAG - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Tekîrdagê Mûazzez Orhan Işik piştgirî da kermesa xwendekarên lîseyê. 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Tekîrdagê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Endamên partiyê û namzeta parlamenteriyê Mûazzez Orhan Işik serdana kermesa xwendekarên Lîseya Anadolûyê ya Teknîk û Pîşeyî ya Çorlûyê kir. 
 
Xwendekar wê dahata ji kermesê bi dest bixin ji herêmên erdhejê re bişînin. Işik û kesên pê re xwendekar pîroz kirin û piştgiriya wan kir.