Ciwanê ku kete Çemê Dîcleyê winda bû

img
ŞIRNEX - Ciwanê ku li navçeya Basayê kete Çemê Dîcleyê, piştî ku avê ew bir winda bû. 
 
Nêzî Qesra Elo Dîno ya di navbera navçeyên Basa û Hezex ên Şirnexê de ciwanê ku kete Çemê Dîcleyê, avê bir û winda bû. Malbata ciwanê ku navê wî nehate zanîn, rewş ji tîmên lêgerîn û rizgarkirinê re ragihand. Li ser vê yekê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hatin cihê bûyerê û ji bo ciwanî bibînin dest bi xebatan kirin.