ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'YAN

img

 
* Dildarên Partiya Çepên Kesk ku bi mehan e li qadan ji bo Partiya Çepên Kesk li gund, navçe û navenda Meletiyê dixebitin bi lêv kirin ku divê li Meletiyê guherîneke mezin çêbibe û bang li gel kirin ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
* Ahmet Taş ku piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket, got: "Perçeyekî dilê min li girtîgehê ma." 
 
* Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku helwesta li hemberî Dayikên Şemiyê encama vê yekê ye ku AKP û kiryaran li hev kiriye û got: "Destilat biguhere û neguhere jî têkoşîna me dê bidome." 
 
* Dadgeha Destûra Bingehîn di lêkolîna qeyda nifûsê ya Nazim Babaoglû ku 29 sal berê ji bo nûçeyê çûbû Siwêregê û hatibû qetilkirin de îdia kir ku dijî û biryara binpêkirina mafê jiyanê nîne da. 
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 775’emîn de berdewam bike. 
 
* Partiya Çepên Kesk wê li gelek bajaran xebatên xwe bidomîne. (08.00-21.00)
 
* *Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê têkildarî çalakiya Dayikên Şemiyê li pêşiya komeleya xwe daxuyaniyê bide. (12.00)
 
* Malbatên Windakiriyan û ÎHD wê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê bidomînin. (12.00-13.00) ZINDΠ
 
* Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna namzetên parlamenteriyê yên Stenbolê li Qada Esenyûrtê; bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Kepez a Antalyayê; bi tevlibûna parlamenterê HDP’ê Garo Paylan li Bazara Sêşemê ya Konyayê wê mitîng û civînên gel li dar bixe. (12.00, 14.00, 13.00) ZINDÎ  
 
* Dayikên Şemiyê di hefteya 945’emîn de dê çalakiya xwe ya ji bo aqûbeta mirovên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîl bên darizandin li dar dixin bidomînin. (12.00)
 
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê 580’emîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin wê li ber avahiya komeleya xwe pêk bînin. (13.30) 
 
* Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin dê li Îzmîrê bi rûspiyan re bicive. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî dê li Sûltangazî û Zeytînbûrnûyê bi gel re bicive. (14.00-20.00) 
 
* Ji bo Denîz Gezmîş û hevalên wî li qada Seyît Riza a Dêrsimê çalakiya bîranînê bê lidarxistin, li navçeya Bornova ya Îzmîrê jî wê li Eywana Şanoya Servekirî wê konser bê lidarxistin. (17.30-18.30)
 
* Şaxa ÎHD’a Enqereyê ji bo berdana girtiyên nexweş dê di hefteya 452’yan de jî li pêşiya avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (13.30)
 
* Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar dê li Batikent a Enqereyê tev li vekirina bûroya hilbijartinê bibe. (17.00)