Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin

img
ŞIRNEX - Polîsan îro di danê sibehê de li navçeya Silopiyayê bi ser gelek malan de girtin û gelek ciwan hatin binçavkirin. 
 
Polîsan îro di danê sibehê de li taxên Barbaros, Cumhuriyet û Nûrê yên navçeya Silopiya ya Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de ciwanên bi navên Mehmet Deger, Ridvan Deger, Ozcam Kartuş, Umut Ozbek û gelek kesên ku navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê. 
 
Nehat zanîn bê ka ciwan bi kîjan sedemê hatine binçavkirin.