Ji Demîrtaş peyama 1’ê Gulanê: Dê karker û kedkar dawî li vê desthilata talanker bînin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş têkildarî 1’ê Gulanê peyamek parve kir û wiha got: “Karker û kedkar dê ji ewilî li ser sindoqê hesabê ji diz û xespkaran bipirsin û piştre jî dê dawî li desthilata talanker bînin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji 4’ê mijdara sala 2016’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, têkildarî 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê peyamek parve kir. 
 
Demîrtaş, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal dîmeneke ku bi gotina “Li qadan bibe yek da ku dewran bigere” dest pê dike parve kir û wiha got: “Karker û kedkar dê ji ewil li ser sindoqan hesabê ji diz û xespkaran bipirsin û piştre jî dê dawî li desthilata talanker bînin. Piştre jî dê têkoşîna xwe ya kedê bidomîne, di dema desthilata nû de jî dê mafên xwe bistîne.”