Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin

  • rojane
  • 12:34 30 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî biryara bêçalakitiyê ya KCK’ê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. HPG’ê da zanîn ku artêşa tirk di 3 rojan de 41 caran êriş kir. 
 
Tevî biryara bêçalakitiyê ya Konseya Rêveber a KCK’ê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê ragihand ku dewleta tirk di 28’ê nîsanê de du caran Qadên Berxwedanê yên Girê Cudî û Girê Amediyeyê bi balafirên şer bombebaran kir. 
 
Bi domdarî HPG’ê diyar kir ku dewleta tirk di 28, 29 û 30'ê nîsanê de 39 caran bi obûs û çekên giran çeperên wan ên li qadên Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediyê, Çemço û Sîdayê topbaran kir.