Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin

  • rojane
  • 10:55 30 Nîsan 2023
  • |
img

DÊRSIM - Jina ciwan a 17 salî Zîlan Mûrat ku ji bo bikeve ezmûnê ji navçeya Mêzgirê hatibû navenda bajar, ev 2 roj in winda ye û tu agahî jê nayên girtin. 

 
Jina ciwan a 17 salî Zîlan Mûrat ku li gundê Oymadag ê Mêzgirê dijî, 2 roj berê ji bo bikeve ezmûnê hat navenda Dêrsimê. Piştî ku Zîlan ji malê derketî, telefonê wê hate girtin û ev 2 roj in tu agahî jê nayên girtin. Malbata Mûrat ku tu agahiyan ji keça xwe nagire, li cendirmeyan geriya û îxbara windabûnê kir.