Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir

  • rojane
  • 16:17 29 Nîsan 2023
  • |
img

RIHA - Hevserokê Giştî ye HDP’ê Mîthat Sancar li Rihayê ku bûye nazmet, serdana karker û dikandaran kir û bi nûnerên xelkê ereb re civiya. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Mîthat Sancar li Rihayê hin serdanan kir. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk bi tevî Sancar çûn serdanan. Sancar serê sibehê li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê serdana karkeran kir û bi karkerên li fabrîkayê dixebitin re taştê xwar û li pirsgirêkên wan guhdar kir. Sancar bi rasthatina 1’ê Gulanê re cejna karkeran jî pîroz kir û da zanîn ku ew ê têkoşîna rêxistinkirî berfireh bikin û bi ser bikevin. 
 
SERDANA DIKANDARÊN GOLA MASIYAN 
 
Sancar û şandeya pê re piştî serdana karkeran derbasî Gola Masiyan bû û serdana dikandaran kir. Sancar serdana meqamê Halîl-û Rehman kir Û PAŞÊ JÎ Lİ Gola Ayn-î Zel3iha geriya. Sancar li vir serdana dikandaran û welatiyan kir û bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê. Welatiyan kêfxweşiyek mezin nîşanî Sancar dan. Sancar behsa girîngiya yekitî û hevgirtinê kir. 
 
SERDANA EREBAN KIR 
 
Sancar piştî serdana Gola Masiyan derbasî Borsaya Zahîrecîler bû û li vir serdana Komeleya Erebên Anatoliyê kir. Sancar ê ku bi nûnerên xelkê ereb re civiya, bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê.