Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 12:34 29 Nîsan 2023
  • |
img
WAN - Otobusa rêwiyan a ji Amedê diçû Wanê qeza kir, di qezayê de 16 kes birîndar bûn. 
 
Otobusa, rêwiyan a ji Amedê diçû Wanê di ketina navçeya Westanê ya Wanê de qeza kir. Otobusa bi pîlaqeya 21 S 0251 ku rêwî tê de bûn ji ber barîna baranê di ketina navçeya Westanê de tehisî û wergeriya. Li ser îxbarê gelek tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezaya ku 16 kes birîndar bûn de 7 kes ji aliyê tîmên tenduristiyê ve bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Westanê.