Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan

  • rojane
  • 23:59 28 Nîsan 2023
  • |
img
AMED- Parêzer Resûl Temûr û rojnamevan Ahmet Kanbal bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. 
 
Ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik, Serdozgeriya Komarê ya Amedê li 21 bajaran 143 kes binçav kiribûn. Parêzer Resûl Temûr û Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ku di çaçroveya heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Amedê hatibûn kirin.
 
Temûr û Kanbal piştî îfadeya li dadgeriyê bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.