Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine

  • rojane
  • 22:31 28 Nîsan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Tê gotin ku cerdevanan li gundê Mezra yê Elkê xaniyê du malbatan şewitandiye.
 
Tê gotin ku li gundê Mezra yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê, xaniyên welatiyên bi navê Îsa Yalçin û Zeki Yalçin ku beriya niha cerdevanan gef li wan xwaribûn, ji aliyê cerdevanan ve hatine şewitandin. 
 
Di şewatê de xaniyê her du welatiyan şewitî. Piştî şewatê leşker hatin gund û li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Her wiha birayên hev Îsa Yalçin û Zekî Yalçin ji ber rewşa navborî gilî kirin û xwestin ku bûyer bê ronîkirin. 
 
Hat ragihandin ku beriya niha birayên Yalçin ku zivistanê li navçeya Cizîrê dimînin û havînan li gund dimînin, û axayê gund û cerdevanê berê Husnu Tîmur bi hev ketine. Tê gotin ku piştî vê, axayê gund Tîmûr gefa "Ez ê mala we bişewitinim" li wan xwariye.