Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin

  • rojane
  • 19:09 28 Nîsan 2023
  • |
img
 
 
MÛŞ – Piştî mîtînga Mûşê 10 ciwan û rêveberên partiyê hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 8 jê bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan û 2 ciwan jî hatin girtin. 
 
Partiya Çepên Kesk, di çaçroveya xebatên hilbijartinê yên 14'ê Gulanê de li Parka Kobanê ya Mûşê mîtîngek li dar xistin. Piştî mîtîngê 10 ciwan û rveberên partiyê hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin, 8 kes piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan û ciwanên bi navê Abedîn Kizilsoy û Agît Aydemîr jî bi sûcê "rabûna li ber polîsan" hatin girtin.
 
Her 2 ciwanên hatin girtin şandin Girtîgeha Mûşê ya Tîpa E'yê.