Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû

  • rojane
  • 10:39 28 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Samandagê bi pileya 4.2 li Mereşê jî bi pileya 3.6 erdhej çêbû. 
 
Li navçeya Samandag a Hatayê serê vê sibê bi pileya 4.2 erdhej çêbû. Li navçeya Koksen a Mereşê jî bi pileya 3.6 erdhej çêbû. 
Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku erdheja li navçeya Samandag a Hatayê bi pileya 4.2 çêbûye. Erdheja ku bi kurahiya 7 kîlometre çêbûye, navenda bajêr û navçeyên din jî pêhesiyan. 
 
Li navçeya Koksen a Mereşê jî saet 06.46’an de bi pileya 3.6 erdhej çêbû.