ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 27 Nîsan 2023
  • |
img

 
* Fînce Akman ku bi dehan caran di çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin de hatiye binçavkirin, ji bo edaletê di nava xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk de ye.
 
* Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê Alîşan Şahîn diyar kir ku operasyona binçavkirinê, hewldaneke çavtirsandinê û bêîtibarkirinê ye û got: "Dê nikaribin parastinê bitepisînin. Dê piştî 15'ê Gulanê li pêşberî hiqûqê hesabê van kirinên xwe bidin." 
 
* Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Semsûrê Îzzet Karadag bi lêv kir ku piştî erdhejê du rojan haya kesî ji Semsûrê tune bûye û got: "Gelê Semsûrê jî dibêje, şeredariyê û desthilata AKP'ê em ji bîr kirin. Ji ber wê jî gelê Semsûrê bi bertek e."
 
* Abdulmacît Erkmen û Şahîn Îrmez ku 20 sal in di her hilbijartinê de li ser sindoqê peywirdar in, dê di vê hilbijartinê de jî tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin. 
 
* Jinên qerejdaxî anîn ziman ku Partiya Çepên Kesk ji bo hemû gelan hêvî ye û gotin: "Partiya Çepên Kesk dê aştiyê bîne. Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike." 
 
* Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Aydinê Ebrû Gunay diyar kir ku civak partiya wan weke navnîşana guherînê dibîne û wiha got: “Heta niha her tim Stenbol, Enqere yan jî bajarên Kurdistanê deverên girîng bûn. Lê fikriyata me li Egeyê teşe digire û dê roj bi roj xurtir bibe.”
 
* Alîgirên Partiya Çepên Kesk ên li Balikesîrê xebatên xwe bênavber didomînin diyar kirin ku wê parlamenterekî bişînin Enqereyê û wiha gotin: “Li Balikesîrê xwedî derketineke zêde heye. Ev jî kelecaneke mezin di nava me de diafirîne.” 
 
* Mexdûrê “mulakatê” Fûat Ozdemîr wek bertek li ser ereboka xwe “Birincfiroşê xwedî bi dîploma” nivîsandiye û diyar kir ku li gel wî zanîngehê bi rêjeyek baş qedandiye jî nayê tayînkirin û bi firotina goştê ser birincê debara xwe dike. 
 
* Nobeda Edaletê ya Malbatra Şenyaşar dê di roja 766'emîn de berdewam bike. 
 
* Partiya Çepên Kesk dê li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne. (10.00-21.00)
 
* Têkildarî Cejna Karkeran 1'ê Gulanê dê li Stenbol, Êlih û Edeneyê daxuyanî bên dayîn. (12.00-12.30) 
 
* Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Eskîşehîrê de li Odunpazariya Eskîşehîrê bi gel re bicivin.(13.00) ZINDÎ