Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin

  • rojane
  • 20:25 26 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Namzeta parementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez, piştî ku Suleyman Soylû ew hedef nîşan da hat girtin. 
 
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, duh êvarî di bernameya TV'yekê de Partiya Çepên Kesk û namzetên wê hedef nîşan da. Piştî vê hedefnîşandanê îro polîsan li Uskudarê avêt ser mala namzeta parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmezê. Çapemeniya desthilatê jî Donmezê hedef nîşan da. 
 
Hat derpêşkirin ku Donmez berê tevlî nava PKK'ê bûye û vegeriyaye. Li midûriyeta polîsan têkildarî vê îdiayê weêneyekî du PKK'yiyan rê Donmezê hat dayîn. Donmezê jî di îfadea xwe de diyar kir ku ew zewicandiye û du zarokên wê hene û ev îdia red kirin. 
 
Donmez paşê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin. Li dozgeriyê jî heman wêne ji Donmezê hat pirsîn û bi "endamtiya rêxistinê" hat sûcdarkirin.
 
Dozger bi daxwaza girtinê Domezê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kir. Dadgeriyê Donmezê girt.