Rêxistinên elewiyan dê li Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bikin

  • rojane
  • 12:04 26 Nîsan 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Rêxistinên elewiyan bi daxwaza hemwelatiya wekhev û û komara demokratîk dê bi gel re hevdîtinê bikin.
 
Platforma Elewiyan dê di 28’ê nîsanê de li Pazaryerî ya Taxa Yamanlar a navçeya Bayrakli ya Îzmîrê bi dirûşma “Di têkoşîna hemwelatiya wekhev û komara demokratîk de elewî û Partiya Çepên Kesk” bi gel re hevdîtinê bikin. Hevdîtin dê saet di 18.00'an de bê kirin û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, parlamenterên elewî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeynel Ozen, Kemal Bulbul û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Canan Kebenç Ozkan tev li hevdîtinê bibin. Her wiha hunermend Ayfer Duzdaş û Koroya Jinan a Ozgecanê jî dê derkevin ser dikê. 
 
Saziyên elewiyan ji bo hevdîtinê li gelek deverên bajar afîş daliqandin û xwestin ku gel tev li hevdîtinê bibe.