Polîsan avêt ser Piyayê: Hemû amûrên dîjîtal hatin desteserkirin

  • rojane
  • 19:33 25 Nîsan 2023
  • |
img
AMED– Di lêgerîna li Piya Produksiyonê de ku der barê wê de biryara lêgerînê tune bû, piştî lêgerîneke 8 saetan hemû materyalên dîjîtal hatin desteserkirin. 
 
Li Amedê çendî der barê wê de biryara lêgerînê tune bû jî, polîsan avêt ser Piya Produksiyonê. Lêgerîna li Piya Produksiyonê nêzî 8 saetan dewam kir. Piştî lêgerînê komputer, monîtor, televîzyon, CD û hemû amûrên rejiyê hatin desteserkirin. 
 
LÊGERÎNEKE KÊFÎ
 
Çendî parêzeran îtiraz kir û gotin "Biryara lêgerînê tune ye, hûn nikarin lêgerînê bikin û amûran desteser bikin jî" polîsan li prodiksyonê dest bi lêgerînê kirin. 
 
Di 8'ê Hezîrana 2022'yan de jî polîsan avêtibû ser Piya Produksiyonê û dest danîbûn ser hemû amûrên wê yên dîjîtal. Dorpêça polîsan a li dora produksiyonê çend mehan dewam kiribû.