Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 12:23 16 Nîsan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê di encama serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin.
 
Polîsan îro di danê sibehê de li Taxa Turgut Ozal a girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de Bedirhan Balat, Yûsûf Duman, Rojhat Karavîş û Harûn Yagan hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta ya Hezexê. 
 
Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn. Hat ragihandin ku hejmara binçavkiriyan a li navçeyê dibe ku zêdetir bibe.