Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir

  • rojane
  • 21:37 15 Nîsan 2023
  • |
img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN – Baroya Amedê, giliyê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag kir. Ozdag, ji hilbijêrên HDP û Partiya Çepên Kesk re gotibû "kujer". 
 
Baroya Amedê, giliyê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag kir.
 
Ozdag di dema xebatên hilbijartinê de ji hilbijêrên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk re gotibû "kujer" û "ji çiyê daketine". 
Baroya Amedê jî di çaçroveya sûcê "biçûkxistina gel" li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê Ozdag kir.