Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin

  • rojane
  • 19:36 15 Nîsan 2023
  • |
img
SÊRT - Namzetên parlementeriyê yên Sêrtê yên Partiya Çepên Kesk, serdana dikandaran kirin û bi welatiyan re li hev civiyan. 
 
amzetên parlementeriyê yên Sêrtê yên Partiya Çepên Kesk, serdana dikandaran kirin û bi welatiyan re li hev civiyan. Tûncer Bakirhan, Sebahat Erdogan Saritaş û Abdûllah Çetîn ku li Rêxistiya Partiya Çepên Kesk a Sêrtê li hev kom bûn, li KOlana Gursesê serdana dikandaran kirin.
 
Şandeya ku Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Eşref Tekîn û Emîne Aşkara û endam û rêveberên partiyê jî di nav de, ji aliyê sêrtiyan ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazkirin. Namzet û şandeya bi wan re, peyama yekîtiyê dan û ji bo piştgiriyê bang kirin.