Coşa hilbijartinê belavî bajarokan bû

  • rojane
  • 08:10 14 Nîsan 2023
  • |
img
MÛŞ - Partiya Çepên Kesk li bajaroka Yaygin a Mûşê buroya hilbijartinê vekir. 
 
Partiya Çepên Kesk li bajaroka Yaygin a Mûşê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên parlamenteriyê yên Mûşê Sumeyye Boz, Sezaî Temellî û Serhat Dûrsûn û gelek kes beşdarî vekirina buroyê bûn. Namzetên parlamenteriyê Serhat Dûrsûn û Sumeyye Boz bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê û anîn ziman ku rêya aştî û demokrasiyê di Rêya 3’yemîn de derbas dibe. 
 
‘EM Ê PÊŞEROJÊ RONAHÎ BIKIN’
 
Namzetê din ê Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî jî wiha got: “Em tenê Tirkiyeyê naguherînin, em ê hemû Rojhilata Navîn biguherînin. Ji ber ku em baş dizanin ku îro li Rojhilata Navîn yên xwe li ber zilmê digire gelê kurd e û heke zilm xelas bibe ev jî di destê gelê kurd de ye. Ji ber wê yekê em ê biçin ser sindoqê û pêşerojê ronahî bikin.”