Zaroka ku hate îdiakirin ji terasê ketiye jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 08:03 14 Nîsan 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Li Qoserê Berîtan Beşar a 14 salî ku hate îdiakirin ji terasa avahiya 6 qatî ketiye jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Taxa Yenî ya navçeya Qoser a Mêrdînê, hate îdiakirin ku Berîtan Beşar a 14 salî ji terasa avahiya 6 qatî ketiye. Hate diyarkirin ku zaroka ku ji aliyê tîmên tenduristiyê û polîsên hatin cihê bûyerê ve bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Beşar ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê. Têkildarî bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.