Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan

  • rojane
  • 15:15 13 Nîsan 2023
  • |
img
RIHA - Di çalakiya protestokirina GES’ê ya li Wêranşarê de 3 welatî hatibûn binçavkirin. Her sê welatî jî hatin berdan. 
 
Sê welatiyên li Mezraya Duzuk a gundê Kadikoy ê Wêranşar a Rihayê hatin binçavkirin, hatin berdan. Şîrketa Kalyoncu du roj berê xwestibû ku li Mezraya Duzukê li ser erdekê bi qasî 13 hezar doniman Santrala Enerjiyê Rojê (GES) ava bike û welatî jî li dijî vê derketibûn. Lê cendirmeyan êrişî welatiyan kir û welatiyên bi navên Fatma Derîn (22), Fîdan Derîn (24) û keyayê gundê Zokê Îbrahîm Dayan hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin biribûn Qereqola Cendirmeyan a Duzukê. Piştre jî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Wêranşarê. Fatma Derîn û Fîdan Derîn duh piştî kar û barên îfadegirtinê hatibûn berdan. Keyayê gundê Zokê Îbrahîm Dayan jî sewqî Edliyeya Wêranşarê hate kirin. Dadgeha Cezayên Silhê biryara da û Dayan bi şertê kontrola edlî hate berdan.