Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin

  • rojane
  • 11:37 13 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şirîkê AKP-MHP’ê Serokê Giştî yê HUDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglû bi rêya telefonê li gel Serokê PDK’ê Mesût Barzanî hevdîtin kir. 
 
Serokê Giştî yê HUDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglû yê ku bi tifaqa AKP-MHP’ê re diçe hilbijartinê bi rêya telefonê li gel Serokê PDK’ê Mesût Barzanî hevdîtin kir. HUDA PAR’ê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal têkildarî hevdîtinê ev peyam parve kir: “Serokê me yê giştî birêz Zekeriya Yapicioglû li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di telefonê de hevdîtin kir.” Têkidlarî naveroka hevdîtinê tu agahî nehat parvekirin.