ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2023’YAN

  • rojane
  • 09:00 2 Nîsan 2023
  • |
img
* Xwarziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Rêveberê HDP'ê yê Xelfetiyê Alî Ocalan anî ziman ku dewlet dixwaze bi tecrîdê û qedexeyan Ocalan bi gel bide jibîrkirin û wiha got: "Li dijî vê yekê em çi qas xwedî li birêz Ocalan û 4'ê Nîsanê derkevin ev qas em dikarin vê tecrîdê û qedexeyan bişkînin."
 
* Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku ji bo Meşa Amarayê banga tevlibûnê kirin, diyar kirin ku 4'ê Nîsanê ne tenê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, di heman demê de vejîna kurdan e û gotin ku ew ê ji bo azadiyê bimeşin.
 
* Ji 5 zarokên girtî yên Şemsîxan Ertûnçê 2 jê cezayên wan temam bûye lê nayên berdan. Dayik Ertûnçê diyar kir ku berdana kurên wê 3 mehan hatiye taloqkirin û xwest zarokên wê bên berdan. 
 
* Esnafên ku di erdhejê de dikanên wan hilweşiyan, niha di konteyneran de xizmetê dikin. Esnafan destnîşan kir ku armanca wan ne ew e ku karê xwe bi ser hev de bînin, armanca wan xwegirtina li jiyanê ye. 
 
* Cotkarên Hatayê ji ber ku bexdenûz, roqe û îspenax nayên firotin ew rakirin û niha jî hewl didin marolên di dest xwe de bifiroşin. 
 
* Hevserokên HDP û DBP'a Amedê ji bo beşdariya li meşa ku dê di 4'ê Nîsanê de bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve" bê lidarxistin bang kirin û gotin ku xwedîderketina li 4'ê Nîsanê xwedîderketina li Abdullah Ocalan e.
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 741’an de berdewam bike. 
 
* Jinên Partiya Çep a Kesk dê li Enqereyê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike. Her wiha dê dirûşm û strana hilbijartinê jî ragihînin. (11.00)
 
* HDP/Partiya Çep a Kesk dê li Eywana Dawetan a Çiraganê têkildarî hilbijartinê daxuyaniyê bide. (12.00) 
 
* Endamên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) dê bi boneya 6’emîn salvegera wefata Edîtora Rojnameya Rojeva Medyayê Evîn Buldan, li ser gora wê merasîma bîranînê li dar bixin. (13.00) 
 
* Bi boneya 86’emîn rojbûna Yilmaz Guney dê li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Bajar a Stenbolê çalakî bê lidarxistin. (14.00) 
 
* Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Meclisa Xwendekarên Demokratîk dê li Rêxistina HDP’a Bagcilarê bi dirûşma “Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin” pîrozbahiyê li dar bixin. (17.30)