ANYAKAY-DER'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir

  • rojane
  • 21:37 1 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL – Di pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jinan îşaret bi azadiya fîzîkî ya Ocalan kir û gotin: ""Rêberê me jiyana me ye, siberoja me"
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Bi Malbatên Xizmên Windayan a Anatolyayê (ANYAKAY-DER), li avahiya komeleya xwe ya li Şîrînevlerê, bi boneya 74'emîn temenê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyeke pîrozbahiyê li dar xist. Hevserokên ANYAKAY-DER'ê Evîn Genç û Ayhan Yilzid û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. 
 
Beriya pîrozbahiyê wêneyên Abdullah Ocalan ê bi kulîlkan xemilandî li hat daliqandin û li aliyê din jî amadekariyên pasteyê hatin kirin. Her wiha bi wêne û kulîlkan jî quncikek hat amadekirin. Li ser pasteya hat çêkirin nivîsa "Rojbûna te rojbûna me ye" hat nivîsandin. Paşê paste li quncika ku ji bo Rêberê PKK'ê hatibû amadekairin hat bicihkirin. Jinên ANYAKAY-DER'î find vêxistin. Jinan ku bi tilîlî û çepikan dirûşmeya "Rojbûna te pîroz be Serok" berz kirin û paşê jinan pasteyê jê kir.
 
Jinan di dema jêkirina pasteyê de anîn ziman ku bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû kesên ji bo gelê kurd têdikoşin pîroz dikin û gotin: "Rêberê me jiyana me ye, siberoja me. Serkeftin."
 
Her wiha kesên tevlî pîrozbahiyê bûn stran gotin û govend gerandin û îşaret bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.