Banga Newrozê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Amedekariyên pîrozbahiya Newrozê li gelek bajaran bi hemû hêza xwe berdewam dike. Bilavok tên belavkirin, mal û esanf tên ziyaretkirin. Li navçeya Peylas, Erxeniyê, Êlihê û Dersimê li nava gel belavok hatin belavkirin û banga tevlêbûnê hatin kirin. 
 
Xebatên pîrozbahiya Newrozê li Amed, Êlih, Dêrsimê berdewam dike. Ji bo tevlêbûnek xurt li mal û esnafan belavok tên belavkirin. 
 
AMED 
 
Li Amedê Newroz dê di 21'ê Adarê de li Parka Newrozê bê pîrozkirin. Beriya pîrozbahiyê Komîteya Amadekar ya Newrozê li navçeyên Peyas û Erxeniyê belavok belav kirin û banga tevlêbûnê kirin. Rêveberên HDP, DBP, KCD û TJA jî tev li xebatan bûn û li esnafan belavokên banga tevlêbûnê belav kirin. 
 
DERSIM
 
Li Dersimê jî dê Newroz di 21'ê Adarê de li Qada Seyid Riza bê pîrozkirin. Komîteya Amadekar ya Newroza Dersimê jî ji bo Newrozê li qada Seyid Riza pîroz bike belavok belav kirin û banga tevlêbûna Newrozê kirin. 
 
Li aliyê din Xwendekarên Zanîngeha Munzurê ji niha de li baxçeyê Zanîngehê Newroz pîroz kirin. Dema xwendekaran agirê Newrozê Pêxist polîs û rektorîyê xwendekar asteng kirin. Piştî kertoriyê gef li xwendekaran xwar xwendekaran dirûşmeyên “Zext me têk nabin" berz kirin û belav bûn. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî dê pîrozbahiya Newrozê di 21’ê Adarê li Qada Newrozê ya li kêleka Otogara Navbajaran bê lidarxistin. Hemû xebatên me temam bûne. Endamên komîteya amadekar, parlamenter û rêveber li nava tax û kolanan û esnafan belavokan belav dikin û banga beşdariyê li gel dikin. Parlamenterên HDP’ê Sîbel Yigîtalp û Kadrî Yildirim wek axaftvan dê beşdar bibin.