Li pêş NY'ê grava birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger

img
CENEVRE - Kurdan û dostên kurdan, pişti Tirkiye û hevkarên wê yên selefî ax û bajarê Efrînê dagir kir û malê welatiyan talan kirin, li pêş Neteweyên Yekbûyî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Koma ku di navde rewşenbir, nivîskar û wekîl jî hene, diyar kirin ku welatî bi zorê hatin koçberkirin û bajar tê wêrankiri û malên gel jî tên talankirin. 
 
Parlementerê berê yê HDP’ê û Berdevkê HDK-Ewrûpayê Demîr Çelîk, parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, parlementerê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, Hevşaredarê Depê Burha Kocaman, Hevşaredarê Sirûcê Orhan Şansal, Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut, Serokê Şaredariya Haringey a Londrayê Aligul Ozbek, fûtbolvan Deniz Nakî, rojnameger Fîlîz Koçalî li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê greva birçîbûnê dan destpêkirin.
 
58 ROJAN EFRÎN BI BALAFIRAN BOMBE KIRIN
 
Li Sûriye piştî sala 2011'an şerê navxweşî dest pê kir, bi hezaran welatî ji bajarên Halep, Idlib, Hama, Lazkiye û gelek bajarên din reviyan û hatin li Efrinê bi cih bûn. Tevî TSK'ê bi deh hezaran endamên OSO û selefanî ketin bajarê Efrîne û dest bi êrîşan kirin. 58 rojan bê navber bi tang, top û balafirên şer Efrîn bombe kirin. Li gorî lêkolîn û çavdêriyên rêxistinên navneweyî SOHR, Komîteya Tenduristiyê û rayedarên Nexweşxaneya Avrinê balafriên şer ên TSK'ê gund û bajar bombe kirin. Bi tang û topan warên mirovan bombe kirin. Jin û zarok jî di navde bi sedan sivil hatin kuştin. 
 
Li ser navê çalakvanên greva birçîbûnê Faysal Sarilyildiz daxuyaniya hevpar da. Sariyildiz bang li Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û rayedarên Konseya Ewlekariyê kir û diyar kir ku piştî destpêkirina şerê Sûriyeyê bi sed hezaran kesan berê xwe dan Efrînê û got, “Ji 20’ê Çileya 2018’an û vir ve dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşî Efrînê dikin. Li vê derê bi sed hezara kesên sivîl di bin bomberdûmaneke giran de ne.”
 
‘LI GORÎ ZAGONÊN NY SÛCÊ ŞER E’
 
Sariyildiz, anî ziman ku li gorî daxuyaniyên Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, Komîteya Tendirustiyê ya Kantona Efînê û nexweşxaneya Efrînê cî û warên sivîlan bi balefir, tank û topan tê bomberdûmankirin û bi sedan sivîl ji ber êrîşan hatine qetilkirin û birîndar bûne. Sariyildiz, da zanîn ku herî dawîn Tirkiyeyê nexweşxaneya sivîlan bomberdûman kiriye û wiha got: "Li gorî zagonên NY ev sûcê şer e. Li Efrînê xeta ava vexwarinê ji aliyê balefirên şer ên Tirkiyeyê hatine bomberdûmankirin. Ev jî li gorî zagonên NY sûcê şer e. Dewleta Tirk li gorî biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya NY tevnegeriya ye. Li Efrînê DAÎŞ tune lê Tirkiye dibêje li wê derê em li dijî DAÎŞ’ê şer dikin. Ji ber bomberdûmana Tirkiyeyê bi sed hezaran gelên Efrînê ji cî û warên xwe koç kirine. Çeteyên OSO'yê ketine Efrînê û navenda bajêr, mal û dikanan talan dikin. Ew ê li Sûriyeyê DAÎŞ û El Kaîde ji nû ve zindî bibe, berpirsa vî tiştî jî NY ye, ya ku li hemberî êrîşan bêdeng dimîne.”
 
‘NY Û YE BÊDENG MAN’
 
Sariyildiz, bêdengiya NY'ê jî rexne kir û wiha lê zêde kir: “Di vê pêvajoyê de NY û YE a ku li hemberî vê qirkirin û hovîtiyê bêdeng man ew ê di wijdanê mirovayetiyê de werin mehkûmkirin. Biryara agirbestê ya NY li Sûriyeyê nayê pêkanîn û NY li hemberî vî tiştî bêdeng dimîne.”
 
QADA HEWAYÎ LI SER EFRÎNÊ QEDEXE BIKIN
 
Sarilyildiz daxwazên xwe yên li ser Efrînê wiha rêz kirin: 
 
“* Divê qada hewayî ya Efrînê were girtin
 
*Divê NY hêzeke çavdêriyê bişîne Efrînê.
 
*Ji bo bicihanîna pêdiviyên jiyanî yên gelê Efrînê divê rêxistina Xaça Sor têkeve dewrê.
 
*Ji bo gelê Efrînê karibe vegere warê xwe divê derfet werin avakirin.
 
*Ji bo guherandina demografiya li Efrînê pêk neyê divê kesên ne ji Efrînê ne, divê li Efrînê neyên bicihkirin.
 
*Ji bo şerê ku 2 meh in didome,  lêkolînên sûcên şer divê di bin banê NY de komîsyonek were avakirin.”
 
 
MA / Ruştu Demirkaya