Civata hunermend û wêjeyî: Ji bo Efrînê deng derxistin deynê mirovahiyê ye

img

STENBOL  - Civata hunermend û wêjeyî, bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê dan û gotin: “Efrîn dagir kirin. Li dijî zilm û dagirkeriya li ser Efrînê dengê xwe derxistin deynê mirovahiyê ye.”

Şerê li Efrînê di roja 59’an de jî berdewam kir û Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên ketin navenda bajêr mal û dikanên sivîlan talan dikin. Koma Mûzikê AlaMor, Lijneya Karê Nivîsa  Kovara Huner û Wêje ya Çanda Hunerê û hunermend Metin Kahraman bertek nîşanî êrîşan dan.  
 
Koma Mûzîkê ya AlaMor, diyar kir ku Efrîn dagir kirin û wiha got: “Tirkiye bi vê dagirkeriyê dixwaze derbê li vîna gelê kurd bide. Xwedî li Efrînê derketin erk mirovahiyê ye.”
 
‘LI DIJÎ ZILMÊ DENG DERXISTIN DEYNÊ MIROVAHIYÊ YE’
 
Lijneya Karê Nivîsa  Kovara Huner û Wêje ya Çanda Hunerê jî, da zanîn ku bêdengiya ji bo Efrînê dê zilmê mezintir bike û rê li pêşiya komkujiyên mezin veke û wiha got: “Li dijî zilmê dengê xwe bilind kirin deynê mirovahiyê ye.”
 
‘DIVÊ EV ŞERÊ QIRÊJ BI DAWÎ BIBE’
 
Hunermend Metîn Karhraman jî, bal kişand ser dagirkeriya Efrînê û wiha bilêv kir: “Gelên kurd rastî komkujiyên girseyî tên. Îro li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê erdnîgariya kurdan tên bombebaran kirin. Ev şerê qirêj divê demildest bi dawî bibe.”