Başaran: Dê di Newrozê de her dever bibe Efrîn

img

ÊLIH – Parlamenter Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew ê agirê Newrozê yê Kawayê Hesinkar li her deverê vêxin û got: “Yên ku peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê rûxandin, bila wî tenê wek peykerek nebinin, dê biaxapin. Efrîn her dever e.” 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê têkildarî bernameya Newrozê bi endamên çapemeniyê re li Otela Hasankeyf civîna bi taştê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên bajêr û rêveberên HDP’ê ya Êlihê beşdarî civînê bûn. Di civînê de ewil Hevserokê HDP’a Êlihê Nizamettîn Toguç axivî û der barê bernameya Newrozê de agahî dan û got: “Em ê pîrozbahiya Newrozê di 21’ê Adarê li Qada Newrozê ya li kêleka Otogara Navbajaran li dar bixin. Hemû xebatên me temam bûne. Em ê heta kêliya dawî belavokan li gel belav bikin û banga beşdariyê li gel bikin.” 
 
‘DÊ GEL BÊJE EFRÎN NE BI TENÊ YE’ 
 
Pişt re Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî axivî û wiha got: “Me yê di 18’ê adarê de Newroz pîroz bikira, lê desthilatdariyê şertê divê di 21’ê adarê de bê pîrozkirin danî pêşiya me. Hemin dibêjin bila di 21’ê de bê pîrozkirin, wê demê bila Newrozê wek betlana fermî qebûl bikin, em wê rojê em li her deverê parve bikin. L3e dema mijar dibe gelê kurd û nirxên xwe, ji bilî talangeriyê û hilweşandinê tiştekî nakin. Li Efrînê komek çeteyan li Efrînê peykerê Kawayê Hesinkar hilweşand. Bila ew xera bikin, agirê Kawa vêxistiyê em ê jî li her deverê vêxin. Em ê di Newrozê de bi hezaran kes dakevin qadan û bidin nîşandan ku Efrîn ne bi tenê ye.” 
 
'EFRÎN HER DEVER E’ 
 
Başaran da zanîn ku ew li Êlihê li bendêne ku bi hezaran kes li qada Newrozê kom bibin û got: “Yên ku peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê rûxandin, bila wî tenê wek peykerek nebinin, dê biaxapin. Çunkî Efrîn Amed e, Wan e, Êlih e û Efrîn her dever e.”  
 
Piştî axaftinan Komîteya Amadekar bernameya Newrozê aşkere kir. Dê di 21’ê Adarê de li Qada Newrozê ya li kêleka Otogara Navbajaran bê lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê Sîbel Yigîtalp û Kadrî Yildirim wek axaftvan dê beşdar bibin. Her wiha hunermend Erdogan Emîr û hunermend û komên herêmî jî bi stranên xwe gel bicoşînin.