Şervana enternasyonalîst a Îngilîz li Efrînê jiyana xwe ji dest da

img
EFRÎN - Şervana Îngilîz Anna Campbell a li nava refên YPJ'ê şer dikir, li Efrînê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên TSK'ê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPJ'ê hatin girtin, di 16'ê Adarê ya balafirên şer ên TSK'ê konvoyek sivîlan bombe kir. Di bombebaranê de endama YPJ'ê Campbell a 26 salî jî di nava karwanê de bû hedef û jiyana xwe ji dest da. Komuna Enternasyonal a Rojava li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Hevrêya me Hêlîn (Anna Campbell) li Efrînê di nava refên têkoşînê de şehîd bû. Em ê wê her tim bi wêrekî û ruhê berxwedêr ê qewîn bi bîr bînin."
 
Anna Campbell ku ji bajarokê Lewes ê East Sussexê ye, yekemîn şervana jin a Îngilîz a enternasyonalîst ku li Rojava jiyana xwe ji dest daye. Bavê Campbell Dirt Campbell ji rojnameya Guardian re axivî û got, "Ew jineke bedew û dil bi evîn bû." Campbell destnîşan kir ku keça wê miroveke welê bû ku ji bo afirandina cîhaneke jê bawer dike dikarîbû her tiştî bike. Campbell ji bo keça xwe Anna wiha got, "Anna jineke îdealîst, cidî û ji dil bû. Dixwest cîhaneke hê baştir biafirîne. Dema ew hate kuştin, wê şer nedikir. Li dijî dagirkeriya Tirk di rewşa parastinê de bû."
 
Campbell destnîşan kir ku keça wê jiyana xwe di gorî têkoşîna li dijî neheqiya yên xurt û bi îmtiyaz kiriye. Dayika Anna Adrienne Campbell beriya niha bi pênc salan ji ber kansera pêsîrê jiyana xwe ji dest dabû. Adrienne yek ji aktîvîsta navdar a mafên mirovan a li Îngilîstanê bû.