ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN

  • rojane
  • 09:00 11 Tebax 2022
  • |
img
 
* Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û anî ziman ku muxatabê pirsgirêka kurd Ocalan e û got: “Pirsgirêka kurd û pirsgirekên ku li Tirkiyeyê heyî dikarin bi azadiya birêz Ocalan a fizikî çareser bibin.” 
 
* Di wêneyên peykê yên herêma Bestayê de xuya dibe ku qada daristanê hatiye tunekirin û bi hezaran dar hatine birîn. Xwediyên erd, derheqê birîna daran de doz vekir û gotin: “Bi qanûnên xwe nakin. Hiqûqa li vir cuda ye. Dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin.”
 
* Di lêpirsîna têkildarî Ferhan Yilmaz ê piştî îşkenceya gardiyanan jiyana xwe ji dest da de biryara neşopandinê hate dayîn. Gardiyan û personelê îdarî ku giliya wan hate kirin weke “şahid” hatin guhdar kirin. Parêzeran ji biryara neşopandinê re îtîraz kir. 
 
*  Bijîşk Neşe Yilmaz, diyar kir ku gelek dermanên di tenduristiya jinan de tên bikaranîn ji aliyê SGK’ê ve nayê temînkirin û ev pêkanîn “tundiya di qada tenduristiyê de” ya li ser jinan e. 
 
* Deriyê Sînor ê Ûmûrlû ku di sala 2011’an de li navçeya Rûbarokê dest bi xebatên wî hatin kirin û AKP di her hilbijartinê de propagandaya wî dike, tevî 11 sal derbas bûn jî hêj nehatiye vekirin.  
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 521'emîn de berdewam bike. 
 
* Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Mehmet Emîn Yalçinkaya dê di salvegera 4'emîn a wefata xwe de li Goristana Yenîkoyê li ser gora xwe bê bibîranîn. (09.30)
 
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00) 
 
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê dê li Manîsayê beşdarî hevdîtina gel bibe. (19.00-21.00)