Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev

  • rojane
  • 19:17 10 Tebax 2022
  • |
img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di konên wan de serdana karkerên çandiniyê kir.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar piştî civînên gel ên li navçeyên Kûlû û Cîhanbeylî yên Konyayê, di konên wan de serdana karkerên çandiniyê kir.

‘ÇARESERÎ HDP YE’

Karkerên ku pirsgirêkên dijîn ji Sancar re gotin, diyar kirin ku bi taybetî pirsgirêkên av û daşirê dijîn û karkerekî got “em di nava zilmê de dijîn”. Sancar ê bi karkerên ku piraniya wan kurd û ereb bûn re bi kurdî û erebî axivî, bi lêv kir ku wê HDP ji pirsgirêkên karkerên çandiniyê re bibe çareserî.