Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 14:31 10 Tebax 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Hat zanîn ku duh li navçeya Silopiya polîsan bi ser malan de girtiye û 3 kesan kirine binçavan. 
 
Hat ragihandin duh polîsan li navçeya Silopiya Şirnexê bi ser hin malan de girtiye û 3 kesan kirine binçavan. Hat zanîn ku Lokman Kaplan û 2 welatiyên navê wan nayê zanîn hatine binçavkirin. Sedemê binçavkirinê nehat zanîn û her sê welatiyan birine Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.