TMMOB’ê bang li DEDAŞ’ê kir: Dev ji vê bêhiqûqiyê berdin

  • rojane
  • 14:31 9 Tîrmeh 2020
  • |
img
MÊRDÎN – Desteya Kordînasyona TMMOB’a Bajêr a Mêrdînê bal kişand ser qûtkirin ceryana li gundên Mêrdînê û got: “Dev ji vê neheqî û sepana bêhiqûqî berdin.” 
 
Desteya Koordînasyona Odeya Yekîtiya Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Bajêr a Mêrdînê têkildarî qûtkirina ceryanê ya li nêzî sed gundên girêdayî Qoser, Dêrik û Artûklûyê yên Mêrdînê daxuyanî da. Ceryan ji aliyê şîrketa ceryanê DEDAŞ’ê ve hatiye birîn û ji ber ceryanê gund bêav mane. Daxuyanî li avahiya TMMOB’ê pêk hat û rêveberên desteyê beşdar bûn. Berdevkê Demê yê TMMOB’a Mêrdînê Mehmet Aslan daxuyanî da. Aslan anî ziman ku bêyî ku DEDAŞ li deynê welatiyan binêre ceryana welatiyan qût kiriye û bi birîna ceryanê re mexdûriyeta welatiyan qat qat zêde dibe. 
 
100 HEZAR ÎNSAN BÊAV MAYE 
 
Aslan da zanîn ku Deşta Mêrdînê pêncemîn deşta mezin a  Tirkiyê ye û ji sedî 20 dexl û dan ji vê deştê tê hilberandin. Aslan got li deştê 7 hezar bîrên avê yên kûr hene û 14 hezar malbat bi cotkariyê re mijûl e û vê qûtkirina ceryanê bandorek neyînî li ser 100 hezar welatî kiriye. Aslan diyar kir ku ew bang li DEDAŞ’ê dikin û got: “Demildest dev ji vê xeletiya xwe berdin û bila gavek beriya gavekê mexdûriyeta welatiyan ji holê were rakirin. Dev ji vê neheqî û sepana bêhiqûqî berdin.”