Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 11:01 9 Tîrmeh 2020
  • |
img
STENBOL – Li navçeyên Stenbolê polîsan bi awayê hemwext bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin. 
 
Li navçeyên Esenyûrt, Esenler, Başakşehîr û gelek navçeyên din ên Stenbolê polîsan vê sibehê bi awayek hemwext de bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku polîsan bi giranan deriyê malan şikandin, ketin malan û kelûpelên malan serûbin kirin. Hat ragihandin ku gelek kes di serdegirtina malan de hatine binçavkirin û sedemê binçavkirinê nehat zanîn. Hat zanîn ku binçavkiriyan birine Miduriyeta Polîsan a Vatana Stenbolê.