‘Em ê dest ji têkoşîna mafên xwe bernedin’

  • jin
  • 11:17 26 Gulan 2020
  • |
img
ÎZMÎR – Nûnerên rêxistinên jinan bertek nîşanî girtin aktîvîstên mafê jinan dan û diyar kirin ku ew ê ji bo maf û jiyana xwe ji dest ji têkoşîna xwe bernedin.    
 
Li Amedê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê 9 jinên aktîvîstên mafên jinan û siyasetmedar di 24’ê gulanê serê sibeha Cejna Remezanê hatin girtin. Berteka li dijî girtina aktîvîstên jin didome. 
 
DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN
 
Endama Jin Bi Hev Re Hêzdar a Îzmîrê Dîlek Kanlibaş Demîr diyar kir ku polîtîkaya dijminatiya jinan bênavber didome û li şûna ku tundiya li dijî jinan were rawestandin radibin bi awayek bêhiqûqî aktîvîstên ku li dijî tundiyê têdikoşin digirin. Demîr bi bîr xist ku Dilgeşê sê salî jî bi diya xwe re ketiye girtîgehê û ew ê li dijî vê neheqiyê têbikoşin û dê qet dest ji têkoşîna xwe bernedin. Demîr xwest hemû jinên hatin girtin werin berdan.
 
‘GIRTIN TUNDÎ YE’
 
Endama Jin Bi Hev Re Hêzdar a Îzmîrê Nîhal Akyildiz jî anî ziman ku bi guhertina yasaya înfazê re tundiya li dijî jinan jî zêde bûye û girtina jinan jî parçeyek ji vê tundiyê ye. Akyildiz got ew dixwazin aktîvîstên jin ên rêveber û xebatkarên Komeleya Jinan a Rosa û TJA’yê werin berdan û ew têkoşîna jinên girtî wek têkoşîna xwe dibînin û dê dest ji têkoşîna xwe bernedin.
 
‘DIXWAZIN JINAN BITIRSÎNIN’
 
Seroka Rêxistina EMEP’ê ya Îzmîrê Emîne Ûyar jî destnîşan kir ku girtina aktîvîst û siyasetmedarên jin peyamek tirsandinê ya li hemberî jinan e û got: “Em ê li dijî rêveberiya yek zilamî li gel hev bin û em ê dest ji têkoşîna maf û jiyana xwe bernedin. Aktîvîst û siyasetmedaran demildest berdin.”
 
SERBESTIY WAN XWEST
 
Endama Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Îzmîrê Cemîle Karakaya jî diyar kir ku Komeleya Jinan a Rosa ji bo jinan û zarokan cîhanek sitargehê ava bike hatiye sazkirin û jin û Dilgeşê biçûk ku hatin girtin divê demildest bigihîjin azadiya xwe.
 
DÊ SERÎ NETEWÎNIN
 
Endama Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Dîdar Gul jî da zanîn ku îqtîdar dixwaze bi vê operasyonê têkoşîna azadiya jinê bitirsîne û ew ê serê xwe li ber van zextan netewînin û dê têkoşîna xwe bidomînin.
 
MA / Sevda Aydin