Li Amedê jinek hat kuştin

  • jin
  • 15:34 22 Adar 2020
  • |
img
AMED - Li navçeya Peyasê ya Amedê Dîlek Kaya, ji aliyê hevalê xwe yê esker ve hat kuştin
 
Li navçeya Peyasê ya Amedê Dilek Kaya ji aliyê hevalê xwe yê esker ve hat kuştin. Dîlek Kaya ya li Amedê di muhasebeya şîrketekê de kar dikir, ji aliyê hevalê xwe yê esker ve hat kuştin. Hat zanîn ku esker ê bi navê Y.Ç. li Fermandariya 8’emîn a Barageha Jet'an a Sereke ya Amedê efser bû. Eskerê efser Y.Ç. gule berda Dilek Kaya û Kaya li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Yekîneyên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê û cenazeyê Kaya rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî ya Amedê. Esker jî li cihê bûyerê hat binçavkirin.
 
XWIŞKA WÊ JÎ HATIBÛ KUŞTIN
 
Xwişka Dilek Kaya Mutlu Kaya jî dîsa ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve hatibû kuştin.