TJA: Em li her derê Newrozê pîroz bikin

  • jin
  • 13:31 20 Adar 2020
  • |
img

AMED - TJA’yê Newroza hemû gelan pîroz kir û ev bang kir: "Em ê dev ji têkoşîna ji bo azadiyê bernedin. Em ê têkoşîna xwe ya bi hezarê salan li dijî zihniyet baviksalarî bi serîhildana Newrozê bikin yek.”

 
TJA’yê derbarê Newrozê de daxuyaniya nivîskî belav kir. TJA’yê Newroza hemû gelan pîroz kir bang kir ku îsal herkes li şaneşîn, şibakên xwe dengên xwe û tilîliyên xwe bilind bikin û bi rihê serîhildanê Newrozê pîroz bikin.
 
Dİ berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“Em Newroza hemû kesên di şexşê hemû gelên têkoşîna azadiyê didin de, serî  hildidin  pîroz dikin. Bi sedan sale di serî de kurdên di navbera çar dewletan de hatine parçekirin û hemû gelên Rojhilata Navîn bi komkujî û bi mêtingeriyê rû bi rû hatine hiştin. Têkoşîna gelên li dijî Dehaqên kapîtalîst û desthilatdar îro bi rihê Şoreşa Rojava mezin dibe.
 
Tevî şerê 3’yemîn ê cîhanê di serî de jin hemû gel, ciwan û hemû bawerî wekî hêzek demokrasiyê têkoşîna hebûnê didin. Jinên ku li dijî faşîzm û mîlîtarîzmê li berxwe didin bi meşaleya 8’ê Adarê agirê 21’ê Adarê yê Newrozê vêdixin. Têkoşîna jinê ya enternasyonalîst a jinên Kurdistanî ji têkoşîna hevpar û cejna serîhildanê ya Newrozê re dibe pêşeng. 
 
 Em ê dev ji têkoşîna ji bo azadiyê bernedin. Em ê têkoşîna xwe ya bi hezar salan a li dijî zihniyet baviksalarî bi serîhildana Newrozê bikin yek.”