Wê Komeleya Jinê ya Starê li dijî şidetê bitêkoşe

  • jin
  • 09:19 20 Adar 2020
  • |
img

WAN - Endama Komeleya Jinê ya Starê Civaknas Aslihan Şedal, ji bo têkoşînê bang li hemû kesên dibêjin "Şideta li dijî jinê pirsgirêka min e jî" kir. 

Li Wanê 7 jinan bi navê Komeleya Jinê ya Starê komeleyek ava kirin. Jinan diyar kir ku armanca wan li hemberî şideta li dijî jinê bitêkoşin, wekheviyan zayendî ya civakiyî pêk bînin, jin daxilî nav mekanşzmayên biryargirtinê bibin. 
 
Endama Komeleya Jinê ya Starê Civaknas Aslihan Şedal, destnîşan kir ku wê jin li hemû qadên jiyanê bin û  ji bo têkoşînê bang li hemû kesên dibêjin "Şideta li dijî jinê pirsgirêka min e jî" kir. 
 
ATOLYEYÊN PERWERDEHIYÊ 
 
Şedal, bal kişandin ser şidet, întihar û komkujiyan û got, ew ê li hemberî şideta li dijî jinê bitêkoşin. Şedal, bilêv kir ku ew ê li qadê lêkolînan bikin û şideta heyî analîz bikin û got: "Armanceke me ya sereke jî, em li gor serlêdanên jin û zarokên ku bi şidetê re rû bi rû dimînin, di warê hiqûqî û derûnî de piştgiriyê bikin. Em ê di hinw aran de atolyeyan li dar bixin û ji bo avakirina hin qadên civakî bixebitin." 
 
'WÊ JIN LI HER DERÊ BIN' 
 
Şedal, bal kişand ser feraseta ku mafê gotinê na nade jinê û jinê hepsî malan dike û got: "Wê jin li her hemû qadên jiyanê bin. Em Komeleya Starê, ji bo wekheviyê, şideta li dijî jinê bitêkoşin û hemû kesên dibêjin 'şideta li dijî jinê pirsgirêka min e jî' vedixwînin." 
 
Her wiha Şedal, destnîşan kir ku pirsgirêkên wekî îstismarkirina zarokan, zewicandina di temenên biçûk de pirsgirêkên civakiyî ne û got: "Zewaca di temenên biçûk de şideteke zayendî ye. Civak tenê şideta li se rjinê wekî şideta fizîkî esas digire. Halbûkî gelek hêlên şideta li ser jinê hene. Şideta devkî, zayendî, derûnî, fizîkî û aborî. Bi şideta derûnî; cezakirin, kêmxistin, zorlêkirin, hêrs hwd. Şideta devkî; bi gotin û heqaretan tirsandin, tepisandin, cezakirin û kontrolkin. Şideta aborî; astengkirina xebatê an jî xebata bi darê zorê. Şideta fizîkî; tahmdan, sîlelêdan, gezkirin, fetisandin, pehînlêdan, avêtina hin amûran. Şideta zayendî jî, têkiliya bi darê zorê, çêrên zayendiyî hwd. ne."