Jin wê li qadan bêjin ‘Êdî bese’

  • jin
  • 14:23 28 Sibat 2020
  • |
img

MÊRSÎN - Platforma Jinan a Mêrsînê, bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşker kir û li qadan bêjin “Êdî bese.”

Platforma Jinan a Mêrsînê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, bernameya xwe ya çalakiyan aşkere kir. Platforma jinan li Cemiyeta Rojnamegeran a Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xist û pankarta “Emê dest ji jiyan û edaleta xwe bernedin” vekir. Li ser navê platformê Zeynep Kaya, daxuyanî da û wiha axivî: “Tundiya zilam her roja diçe mezintir dibe û êrîşên li dijî jiyana jinan berfirehtir dibin. Em dîsa 8’ê Adarê di şert û mercên wiha pêşwazî dikin.” 
 
Kaya, da zanîn ku polîtîkayên desthilatdariyê, fetwanên diyanete û krîza aborî, weke tundî, cihêkarî û xizantiyê li jinan vedigirin û jinan hîn zêdetir mexdûr dikin. Kaya, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em pirsa Rabîa Naz, Nadîra û Yeldana dikin. Em bi pirsa Gulîstan Doku ya 55 rojin li Dersimê windaye li kuye 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Emê li dijî tundiya zilam, cînayetên ser tên girtin, homofobî û tranfobî, polîtîkayên jin dorpêç kirine, tecawîz û tacîzan, kedxwariyê, krîz û xizantiyê li qadan bêjin “êdî bese.”
 
Kaya bernameya xwe ya 8’ê Adarê wiha rêz kir:  
 
" * 1’ê Adarê: Wê panela “Têkoşîan jinê, têkoşîna jiyanê ye” bê lidarxistin. 
 
* 4’ê Adarê: Komeleya Mafê Mirovan û Meclîsa Jinan a HDP’ê wê kartan ji bo jinên girtî bişînin. Wê  li Egîtîm Senê hevdîtina jina pêk bê. 
 
* 6’ê Adarê: Bi armanca piştevaniyê wê taştê bê dayîn û li Salona Dawetê ya Şaredariya Yenîşherê jin li hev kom bibin. 
 
* 7’ê Adarê: Wê li kêleka Stadyûma Berê mîtîng bê  lidarxistin.  
 
* 8’ê Adarê: Wê li Qada Galatasarayê Mîhrîcana Jinan a Gunebakan bê lidarxistin. Di heman demê wê panel bê lidarxistin û li Kolana Kûshîmato Meşa Şevê ya Femînîst pêk bê."