2’yemîn Hevdîtina Jinan a Tirkiyê sibê ye: Wê nexşerê were diyarkirin

  • jin
  • 09:58 8 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL – Meclîsên Jinan wê 2’yemîn Hevdîtina Jinan a Tirkiyê sibê li dar bixe. Ji Meclîsên Jinan Melek Onder got ji bo têkoşîna jinan pêşdetir bibin dê nexşerêya 2 salan derbixin. 

Meclîsên Jinan sibê 2’yemîn Hevdîtina Jinan a Tirkiyê li Navenda Mustafa Kemal Ataturk a Beşîktaşa Stenbolê dê pêk bîne. Tê payîn ku ji 50 bajaran bi sedan jin beşdarî vê hevdîtinê bibe û dê jin nexşerêya 2 salên pêş derbixe. 
 
Nûnera Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin û ji Meclîsên Jinan Melek Onder têkildarî vê hevdîtinê ji ajansa me re axivî û 
 
XWEPÊŞANDANAN ENCAM DAYE 
 
Onder da zanîn ku bi salane ew li dijî her cûre tundiya li ser jin û zarokan têdikoşin û di salên dawî de têkoşîna jinan mezin bûye. Onder anî ziman ku xwepêşandan û têkoşîna jinan a li dijî tundî û desthilatdarî-zilam her ku diçe berbal dibe û protestoyên Las Tesîs kir ku dewlet neçar ma giştînameya amade bike. Onder da zanîn ku her êriş zêde dibin li dijî vê yekê jî têkoşîna jinan hin berfirehtir dibe û her roj li qadan dengê xwe bilind dikin. Onder got her cûre xebat û têkoşîna jinan dê di vê Hevdîtina Jinan de bê gengeşekirin û bi awayên berifireh li serê bisekinin. 
 
DÊ XETA XWE YA POLÎTÎK DIYAR BIKIN
 
Onder bi bîr xist ku di meha çile de 27 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin û 7 jin jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Onder diyar kir ku têkoşîna jinan her ku diçe kuştinan kêmtir dike û ev yek helbet têrê nake û ji bo vê yekê jî dê xeta xwe ya polîtîk diyar bikin. 
 
DÊ JI GELEK DEVERAN JIN BEŞDAR BIBIN
 
Onder da zanîn ku ew li bendê ne jinên xwedî nasname û baweriyên cuda jî beşdarî vê civîna wan bibin û got ew ji her deverên cîhanê li bendê ne jin beşdar bibin.
 
DÊ NEXŞERÊ DIYAR BIKIN
 
Onder destnîşan kir ku ew ê di vê hevdîtinê de hemû pêşniyarî û nêrînan bi awayek hevpar binirxînin û nexşerêya du salên pêşiya xwe diyar bikin. 
 
MA / Erdogan Alayûmat