Biryara bidûrxistinê pêk ne anîn: Hejîna xwe ya berê û keça xwe kuşt

  • jin
  • 14:40 31 Çile 2020
  • |
img
ANTALYA - Li navçeya Kepezê Bîrol Kose, hevjîna xwe ya berê û keça xwe kuştin, dûre întixar kir. Hat diyar kirin ku biryara bidûrxistinê ya dadgehê ya derbarê Kosê de hebû ye. 
 
Li navçeya Kepez a Antalyayê Bîrol Kose, hevjîna xwe ya berê Esma Polat û keça xwe kuştin. Li gorî agahiyan, Kose serê vê sibê saet 10.00’an hat mala li Kolana 2917 a Taxa Bariş a Kepezê û nîqaş di navbera wî û hevjîna wî ya berê de derket. Kose piştî nîqaşê, hevjîna xwe ya berê Polat li ber çavên zarokên wê kuşt. Kose li ser qîrîna “bavê min dayika min dikuje” keça xwe jî kuşt. Kose dûre întîxwar kir. 
 
Polîsan zarokên li malê xistin bin parastinê û derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kirin. 
 
Hat hînbûn ku biryara bidûrxistinê ya dadgehê ya derbarê Kosê de hebû ye.