Rapora Gulistan Doku: Delîlên girîng kom nekirin

  • jin
  • 15:13 20 Çile 2020
  • |
img
AMED - Tora Têkoşîna li Diji Tundiya li Ser Jinê ya Jinan a Amedê ku der barê windakirina xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku de lekolîn kirin rapor amade kirin. Torê diyar kir ku gelek delînên giring nehatine komkirin. Torê xwest lêpirsînê ji destê Şaxa Asayişê bigirin û bidin destê yekîneyek bê alî.  
 
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya li ser Jinan a Amedê, der barê Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ya 16 rojin hatiye windakirin rapora ku amade kiribûn aşkere kirin. Torê piştî di 17'ê Çile de çûn li Dersimê lêkolîn kirin îro li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Heyeta ku ji 11 jinan pêk dihat, li Dersimê bi cîgirê Waliyê Dersimê Selçuk Yosunkaya û Akin Zor, Wekîlê Serdozger, Rertorê Zanîngeha Munzurê Ubeyde Îpek, Serokê Baroyê Prz. Kenan Çetin, Platforma Jinan a Dersimê, malbat û hevalên Doku re hevdîtin kirin. Heyetê piştî hevdîtinan rapor amada kir û îro bi raya giştî re parve kirin. Endama Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ezgî Sila Demîr rapor aşkere kir. 
 
 
Demîr, anî ziman ku li ser gumana 'întîhar kiriye' radiwestin û wiha got: "Divê li ser kuştin, revandin, dûrxistina ji azadiyê, arasteyî întîharkirinê û revandina bi zorê rawestin. Li herêmê tacîz, tecawiz û îstîsmara jinê zêde dibe. Sedema vê yekê kaos û şerê li herêmê ye. Li Dersîm, Colemêrg û Şirnexê armanc dikin ku rewşa demografîk û civakî biguherînin. Bi hinceta ewlehiyê gelek hêzên polîs û eskeran li van bajaran bi cih dikin. Kesên tev li înfaz û işkenceyan dibin nayên cezakirin. Li ser navê ewlehiyê tundiya li ser jinê zêde dikin. Melîke beriya bê kuştin, çû qereqolê. Lê polîsan xwestin li hev bên û ew dîsa şandin malê. Ev aşkere helwesta wan diyar dike. Em wekî Torê dê heta dawî ji bo dîtina Gulistan Doku bê dîtin tebikoşin û şopdarê Doku bin. 
 
TESÎP Û NÊŞNIYA 
 
“* Ji bo Gulistan bê dîtin divê tenê li ser rewşa întîharê nesekinin. Divê li ser gumana ku hatiye kuştin, hatine revandin, sewqî întîharê kiribin û û gumanên din jî rawestin. 
 
* Karê lêpirsînê ji aliyê Şaxa Asayişê ya ku bavê bersûc Zainal Abarokov ê polîs lê peyvirdar e tê kirin. Ev dibe sedem ku lêpirsînek çalak neyê kirin. Ji ber vê yekê divê dosya lêpirsînê ji destê Şaxa Asayîşê bê derxistin û bidin destê hin kesên bê alî. 
 
* Divê hemû delîl bên komkirin. Hin telînên tên xwestin nehatine komkirin (Minak Divê îfadeya dayik û bavê Zainal Abakarov ên bi nakok bên ronîkirin. Divê delîlên biyolojîk ên wekî por, neynûk, şopa tiliyan û hwd bên komkirin) 
 
* Divê telefon û amûrên Zainal Abarokov bên desteserkirin û bên şopandin. Divê nivîsên li ser WhatsAppê bên lêkolînkirin. 
 
* Li gorî lêpirsînê li ser medya civakî kesekî li ser medya civakî diyar kiriye ku dîtiye Gulistan bi zorê li erebê suyar kirine. Divê vê qeydê lêkolîn bikin û ronî bikin. 
 
* Divê qeydên kamera yên Pira Dînarê ya Zanîngeha Munzurê hemû kamera û dîmên wan bên lekolînkirin. 
 
* Divê lêkgerîn û lêkolîna mirovan û amûran bê zêdekirin û bidome. 
 
* Divê çarçoveya lêpirsînê bê firehkirin.