Li Enqereyê 5 jin binçav kirin

  • jin
  • 11:25 15 Çile 2020
  • |
img
ENQERE - Li Enqereyê polisan bi ser malan de girt û rêveberên HDP'ê jî di nav de 5 jinan binçav kirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi angaşta "endamtiya rêxistinê" lêpirsînek da destpêkirin û di çarçoveya vê operasyonê de polisan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de polisan endam û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan jî di nav de 5 jinan binçav kirin. 
 
Kesên hatine binçavkirin navên wan wiha ne; Rêvebera Bajar a HDP'ê Zelîha Unlu, Rêveberê HDP'ê ya Navçeya Mamakê Remziye Guçlu, Hevseroka Berê ya HDP'ê ya Navçeya Mamakê Lale Ekmen, Dayika Aştiyê Gulistan Ozgan û Rêvebera Navçeya Mamakê ya Komeleya Elewiyên Dmeokratîk Husniye Kart.