Meclîsa Jinan a HDP'ê Konferansa xwe yên Herêma Çukurova û Anatoliya Navîn pêk anin

  • jin
  • 15:24 28 Kanûn 2019
  • |
img

ENQERE / EDENE - Meclîsa Jinan a HDP'ê konferansa herêma Çukurova li Edeneyê û konferansa Herêma Anatoliya Navîn li Navenda Giştî ya HDP'ê li dar xistin.

Meclîsa Jinan a HDP'ê konferansa herêma Çukurova li Otela Şirin Parkê ya Edeneyê li dar xist. Meclisê konferansa Herêma Anatoliya Navîn jî li Navenda Giştî ya HDP'ê li dar xist. 
 
ENQERE 
 
Meclisa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Konferansa xwe ya Herêmê Anatoyaya Navîn li Navenda xwe ya Giştî ya li Enqereyê pêk anî. Li salona konferansê pankarta bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr û di têkoşînê de bi biryar in" hat daliqandin. Axaftina vekirinê ya konferansa ku gelek jin tevli bûn hevseroka bajarê Enqereyê ya HDP'ê Pakîze Sînemlîoglu kir.  Pakîze diyar kir ku ew wekî jin ji bo ji serdestiya mêr ku li tevahiya cîhanê belav bûye re bibêjin 'bes e' hatin gel hev û wiha berdewam kir: "Em ji bo ji rejîma yek kesî re ya AKP -MHP'ê re bibêjin bes e li vir in. Em li dijî  serdestên ku li Rojhilata Navîn destkeftiyên jinê hedef girtin li vir in. Li gel tudniya AKP'ê ya ku jinan tune dihesibîne, li hundir hepis dike û her carê dixwaze wekheviya jin û mêr asteng bikin û li dijî tundiya dewletê her kesî hêza me li qadan dît û wê têkoşîna me berdewam bike."
 
Pakîze anî ziman ku ew ji bo Hevrîn Xelef a ku di encama êrîşên li ser bakurê Sûriyeyê de hat qetilkirin, ji bo dayika Taybet ku li Sîlopiyê hat qetilkirin li vir in û wiha berdewam kir: "Em ji bo Ekîn Wan, Cemîle,  Sakîne Cansiz û Pakîze nayir û hevalên bi wan re li vir in. Herwiha em ji bo Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tunce, Aysel Tugluk, Selma Irmak û Hatîce Çevîk ku keça xwe û ximê xwe id Komkujiya Enqereyê de winda kir li vir in."
 
Konferans piştî axaftina destpêkê ji çapemeniyê re girtî hat berdewamkirin. 
 
EDENE 
 
Meclisa Jinan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Konferanasa xwe ya Herêma Çukurovayê pêk anî. Di konferansê de endamên Meclisa Jinê ya HDP'ê, Parlamenter, aktîvîstên TJA'yê û gelek jinan cih girt. Konferansa ku bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr û di têkoşînê de bi biryar in" hat lidarxistin, bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin.  Di konferansa ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin de, bal hat kişandin ser 8'emîn Salvegera Komkujiya Robosê û hat xwestin ku gûmanbar bên cezakirin.