Taşdemîr: Tundiya li dijî jinan zêde dibe û îqtîdarê hişê xwe xwariye

  • jin
  • 15:14 26 Kanûn 2019
  • |
img
AMED – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Taşdemîr diyar kir ku tundiya li dijî jinan a li Tirkiyê zêde bûye û tundiya li dijî jinan sîrayetî her qada jiyanê kiriye û got: “Vê îqtîdarê hişê xwe xwariye.” 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HPD’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî mijarên di rojevê de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Taşdemîr bi bîr xist ku ji bîranîna Roboskî re du roj maye û got: “Li şûna kujerên Roboskî derxin holê, lê radibin Komeleya Roboskî digirin û qeyûm Peykerê Roboskî hildweşîne. Dixwazin bi van zextan komkujiyê bidin jibîrkirkirin. Siyaseta qetil bike û pişt re înkar bike 100 sal in didiome. Komkujiyên wek vê gelek bi ser kurdan de hatin. Wek 33 Gule, Dersim, Mereş û gelekê din. Dewlet dixwaze ser şerma xwe bigire. Em ê van komkujiyan ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.” 
 
‘ELÎF KISA BERDIN’ 
 
Taşdemîr anî ziman ku polîtîkay girtina li dijî kurdan didome û got: “Yek ji van girtinan jî Elîf Kisa ye û ew 70 salî ye û dayika du zarokên astengdar e û nexweşîna wê giran e. Wê jî wek dayikên din aştî xwestiye. Siyaseta AKP’ê siyaseta dirûtiyê ye. Ji bilî rijandina hêsirên çavan tu tiştek nade dayikan. Ez bang li Wezareta Dadê û AKP’ê dikim ku demildest Elîf Kisa berdin.” 
 
‘TECRÎT DIDOME’ 
 
Taşdemîr da zanîn ku 17 sal in AKP tu maf û hiqûqê nas nake û polîtîkaya şer û tecrîdkirinê li Tirkiyê didome û û tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û bi vê re Tirkiye hatiye tecrîtkirin. 
 
‘ÎQTÎDARÊ HIŞÊ XWE XWARIYE’ 
 
Taşdemîr destnîşan kir ku siyaseta serdestiya zilam li her qadê jiyanê belav bûye û got: “Polîtîkaya tundiya li ser jinan jî li her qadê jiyanê belav bûye. Jin rastî qirkirina zayendî ya AKP’ê tên. Her ku diçe bûyerên tundiya li dijî jinan zêde dibin. Xwedîgiravê AKP dibêje li dijî tundiya têdikoşe. Dixwaze têgihînek wisa ava bike. Lê AKP di sala 2019’an de her cûre tundî anî serê jinan. Her dawî yek ji mînaka tundiya li dijî jinê jî ew e ku polîsan çek xist serê Hevşaredara me ya Sûrê Fîlîz Buluttekîn. Rêbiriya wan ne bes e, radibin bi ser de jî hevşaredara me digirin. Vê îqtîdarê hişê xwe xwariye. Em bi hişek faşîst re hevrû mane.”