Platforma Jinan a Dersimê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkera kir

  • jin
  • 14:23 19 Mijdar 2019
  • |
img
DERSIM - Platforma Jinan a Dersimê, bernameya çalakiyên ku di çarçoveya di 25'ê Mijdarê de li dar bixin, aşkera kir. 
 
Platforma Jinan a Dersimê, têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navdewletî ya li dijî Tundiya li ser Jinê, li bînaya Platforma Şaxên KESK'ê yên Dersimê daxuyaniyek da. Nûnerên partiyên siyasî û saziyan tevlî daxuyaniyê bûn.  bernameya çalakiyên ku di çarçoveya di 25'ê Mijdarê de li dar bixin, aşkera kir. Li ser navê platformê Nûrşat Yeşîl, diyar kir ku dê îsal bi banga "Bila pêşiya her cûre tundiya li ser jinê bê girtin" li qadan bin û wiha got: "Mafê jinan tên binpêkirin û nekavin meriyetê. Ji ber vê yekê jin tundî li jinan tê kirin. Weke Platforma Jinan a Dersimê, em ê ji bo daxwazên xwe bînin ziman, pêkanîna qanûnan û nasîna cûdakariya pozîtîf a ji bo jinan li qadan bin." 
 
BERNAMEYA 25'Ê MIJDARÊ 
 
Bernameya Platforma Jinan a Dersimê wiha ye;
 
19'ê Mijdarê: Şandina qertan a ji bo girtiyên jin, 
 
21-22'ê Mijdarê: Ji bo bal kişandina ser tundiya li dijî jinê, xebata afîşê ya ji bo wesayîtên bazarî û kargehan 
 
Li Eywana Şaredariyê pêşandan film,
 
25'ê Mijdarê: Li Qada Seyît Riza saset di 17.30'an de daxuyaniya çapameniyê.