Li Qelqeliyê, bi jinan re biryar tên girtin

  • jin
  • 11:15 19 Mijdar 2019
  • |
img

WAN - Şaredariya Qelqeliyê ku di dema qeyûm de hemû saziyên wê yên jinan hatin girtin, zend û bendê xwe ba dan. Hevşaredar Dîlan Orencî diyar kir ku hemû saziyên hatine girtin wê ji nû de vekin û got: “Em hewl didin hemû jinan tevlî xebatên navçeyê bikin.” 

Şarederiya Navçeya Qelqelî ya Wanê, saziyên ji aliyê qeyûm ve hatibûn girtin, yek bi yek ji nû ve vedike. Hevşaredara Qelqeliyê Dîlan Orencî, derbarê xebatên ji bo jinan kirin de axivî.  
 
Ogrencî, diyar kir ku wan dest pê kê xebatên şaredariyê yên qeyûm ji kar avêtibûn û mexdûr bibûn girtin kar û wiha axivî: “Me du jin girtin kar, yekine û miduriyeta jin aktîf kir. Dûre me bi jinan re dest bi xebatên çandiniyê kirin. Dîsa em çûn gelek gundan û me guhdarî daxwazên 600 jinan kirin. Dûre li ser daxwaza jinan me Mala Çandê ya Jin avakir û di vê mehê de emê ji xizmetê re vekin.” 
 
'MALA ÇANDÊ WÊ BIBE MALA JINAN'
 
Orencî, da zanîn ku ewê di 25’ê Mijdarê de Mala Çandê ya Jin vekin û wiha got: “Mala çandê wê bibe mala jinan. Di mala çandê de, pirtûkxane, qûrs, cihê xwendekarên jin, film û şanoyê hene. Niha pirsgirêka me ya butçeyê heye. Ger ev pirsgirêka me tunebûya me yê Navenda Jiyanê ya Jin ava bikira.  Em dixwazin bi jinan re bên gelhev û bi hevre dem derbas bikin. Ji ber vê pêdivaya me bi qadên azad heye. Em jî hewl didin van qadan ava bikin.”
 
Orencî herî dawî hemû jin vexwedin ji bo vekirina Mala Çandê ya Jin.