Sonmez: Pirsgireka jinê meseleya esasî ya siyasetê ye

  • jin
  • 10:33 19 Mijdar 2019
  • |
img

ENQERE - Aktîvîsta Feminist Berrîn Sonmez, diyar kir ku sedema zêdebûna êrişên li dijî jinê, ji ber siyaset vê pirsgirêkê, meseleyê dawî digire dest û wiha got: "Lê pirsgirêkên jinê meseleya esasî ya siyasetê ye." 

Li Tirkiyeyê her roj jin rastî tundiyê tên. Jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û kujer rastî cezayê herî kêm tên. Niha Peymana Îstanbûlê, û nafaka di hedefa îqtîdarê de ye. Di pakêta duyemîn a darazê de tê gotin ku dê “nafaqaya xizaniyê dê bisînor bikin" û “zarokan bi îstîsmarkaran re bidin zewicandin. Nûner û rêxistinên jinan li dijî van plan û niqaşan bertekên xwe anîn ziman. Aktîvîsta Feminist Berrin Sonmez têkildarî niqaş û planên di Pakêta Duyemîn a darazê de tên kirin û Peymana Îstanbulê fikrên xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kirin
 
Sonmez, anî ziman ku 3 sal beriya niha têkildarî xala 103'an a TCK'ê xwestin guhertinê çêkin û kesên ji ber zewaca zû wan efû bikin û wiha got: "Tişta ku îro dixwazin bikin jî bi guhertina qanûna înfazê di çarçoveya xala 103'an a TCK'ê kesên ceza digirin cezayê wan daxin. Bi vê yekê dê istîsmara zarokan di bin navê zewacê de rewa bikin. Bi salan e vê mijarê di rojevê de digirin û tînin rojeva meclîsê. Dixwazin bi vê yekê refleksa jinan û civakê biceribînin." 
 
ÊDÎ DI AKP-MHP'Ê DE YEKÎTIYA FIKKÊ TUNE YE' 
 
Sonmez, da zanîn ku demek dirêj e îqtîdarê yekîtiya fikra xwe winda kiriye û wiha got: "Hem di îqtîdara AKP'ê de û hem jî di îtîqafa MHP'ê de êdî nerîn û fikra der barê polîtîkaya li dijî zarok û jinan de ne yek e. Êdî di AKP û MHP'ê de yekîtiya fikrê tune ye. " 
 
LI WELATÊ ME PEYMANA ÎSTANBUL NAKEVE MERIYETÊ' 
 
Berrîn Sonmez li ser wate û girîngiya Peymana Îstanbulê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Peymana İstanbulê dê li dijî tundiya li nava malbatê, xizmetê ji aramiya nava malbatê re bike. Dîsa li dijî tundiya mêr, ji tundiyê biparêze. Ji bo malbat bibe lûsa germ û aram divê berî her tiştî ew malbat ji tundiyê dûr be. Ger ku jin ji tundiyê bê parastin ew malbat dê bêtir bi hêz û aram be. Li dijî mêrên ku dixwazin di malbatê de bi hêz û serdest bin, jin jî dixwazin jin di malê de xwedî mafê demokratîk malbatek demokratîk bin. Li welatê me peymana Stenbolê qet nakeve meriyetê. Raporên GREVIO  vê yekê aşkere nîşanî me dide. Di qada tekoşîna li dijî tundiyê de rêya mirovbûyinê di Peymana İstanbulê derbas dibe." 
 
'DIVÊ HEMÛ JINÊN PARLAMENTER BIBIN YEK' 
 
Berrîn Sonmez, da zanîn ku dema Peymana Îstanbul li Tirkiye hat îmzekirin, Tirkiye di qada navneteweyî de wekî welatekî demokratîk hat xuyakirin û wiha lê zêde kir: "Dibe ku ji ber wê demê pêdiviya welat bi vê îtibarê hebû ev peyman hatibe îmzekirin.  Îktidar her ku diçe bi "Kopmleksa Neteweyî û Niştecîhî" ji Nirxên Gerdûnî dûr dikeve. Di vê pergala nû ya hikûmetê de, erka parlamentoyê pir bi sînor e.  Mixabin di pakêta guhertina Destûra Bingehîn a 16'ê Adarê de kesên dengê 'erê' dan, ewil di meclîsê de û piştre di referandumdê de hêza organa zagonê ji destê wan derxistin. Dîsa di şertê heyî de parlamenter û partî dikarin gelek tişt bikin. Beriya her tiştî daxwazên muxalefeta demokratîk ên demokrasî, mafên mirovan, mafê jinê, mafê zarokan, mafê astengdaran, mafê aştiyê, daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd, mafê Romanan, pirsgirêka koçberî û penaberan, divê beriya reqabetên navbera partiyên siyasî be. Bi taybet jinên parlamenter, bêyî li partiyên îqtîdar û muxalefetê binerin di vê bijarê de bibin yek û helwestek hevpar nîşan bidin. Li hemberî hêza jinên hevpar tu pergalên dijdemokratîk nikarin emir dirêj bin.  Ger ku hemû partiyên muxalif di civînek komê de vê mijarê bînin rojevê îqtîdar nikare bê qeyd bimîne. 
 
'ÊRÎŞKAR JINA BÊKES Û BI TENÊ DIXWAZE' 
 
Berrîn Sonmez, herî dawî destnîşan kir ku êrîşkar her dem dixwaze ku jin bêkes û bi tenê be û wiha bi dawî kir: "Êrîşkar di nava civakê de her dem dixwaze di nava sêgoşeya bav, mêr û dewletê de jin nikaribe bi serê xwe biryar3e bide. Dixwaze jinên bêhêz û bi tenê bimîne. Mixabin di vê mijarê de hêza dewletê daye pişt xwe û êrîş dike. Bi van êrîşan berî her tiştî dixwaze rê li pêş azadiya aboriyê bigire. Li Tirkiyeyê jin bi rêxistin in. Bi rêxistinbûnek bi hêz a jinan îspat kirin ku dikarin li mafên xwe xwedî derkevin. Jin bi heman tempo û biryarê dikarin bêtir tora xwe mezin bikin û bêtir mafên xwe biparêzin. Îqtîdar meseleya jinê wekî meseleya dawî digire dest. Lê meseleya jinê di siyasetê de ne meseleya dawî ye, meseleya esasî ye. 
 
MA / Zemo Aggoz